7 Şubat 2020 Cuma

ÇANDA GOHDARÎKİRİNÊ 1

Gava te mase danîn u te du, sê kes ru bi ru da runiştin, tu nikare bêje bi hev re nepeyivin.
                                                                                                                                           Mehmet Atlı

Konser çawa tê gohdarîkirin, çawa naye gohdarîkirin. Ne heddê kesî ye ku beje, divê tu wisa qonserek an performansek gohdarî bike/neke. Lê dîsa çandek xwezayî u runiştî he ye li cihanê. Li konserek klasik usulek, li konserek elektronik an rock usulek din divê. Li barekê tu nikare ji kesî re bêje runên u deng dernexin. Mekan, performansa tê icrakirin, deng, ronî her tişt vê çanda gohdarkirinê diguherîne bê guman.


Wekî muzîkjen wê gavê iqtîdar ez im. Ji ber ku mikrofon di deste min de ye. U dengê min ji we hemîya bilindtir derdikeve. Hun hatine min gohdarî bikin. Lê ew roj roja we ye, we dema xwe veqetandiye bo vê şevê u helbet heqê we he ye hun li kêfa xwe binerin. Kontakta kesê li ser sehneyê wê çawa çê bibe? Li gor min formulek bo vê tinne ye. Wekî pêşîyê min go mekan, ronî,deng..hwd vê diguherîne. Lê tabî her milletek netewek xwedî çandek e. Ev usul li gor jîyana wan a din diguhere. Kesek çawa gohdarvan be, wisa jî xwarînê dixwe, wisa jî dikeve têkiliyên cinsî, wisa jî kitêba dixwîne, … hwd
Dema min nu dest bi gohdarîkirina muzîkê kir, mamosteyekî me arşîva xwe ya muzîkê bi me re parvekir. Ew arşiv hema bêje hemê qeydên qonsera bun. Ji ber vê gelek cara konserên zindî ji qeydên albumê xweştir tê bo min. Di cıvata muzîka kurdî de performansên zindî herî serkeftî bo min, yek jê ew konserên Ciwan Haco yên li ser Med TV hatine parvekirin, yek jê jî performansa Feqîr Tehsîn Xidir e. Di her du ya jî konseptek he ye. Di a Feqîr Tehsîn de her çiqas em gohdarvana nebinin jî wekî gohdarvan hebin sahneyek he ye u li wê sahneyê runîştî ne, deqorek ava kirine..Di a Ciwan Haco dîsa performansek modern he ye. Di 93ê ya de konserek Nirvana ya MTVyê he ye, dema herduya didim ber hev, her du di heman tarzê de ne bi ya min bicîhbuna Ciwan Haco ya li sahneye ji Nîrvana xurtir e.

Bila ev destpêk li vir be. Ezê li ser vê meselê car caran binivîsim.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

ÇANDA GOHDARÎKİRİNÊ 1

Gava te mase danîn u te du, sê kes ru bi ru da runiştin, tu nikare bêje bi hev re nepeyivin.                                             ...