7 Şubat 2020 Cuma

ÇANDA GOHDARÎKİRİNÊ 1

Gava te mase danîn u te du, sê kes ru bi ru da runiştin, tu nikare bêje bi hev re nepeyivin.
                                                                                                                                           Mehmet Atlı

Konser çawa tê gohdarîkirin, çawa naye gohdarîkirin. Ne heddê kesî ye ku beje, divê tu wisa qonserek an performansek gohdarî bike/neke. Lê dîsa çandek xwezayî u runiştî he ye li cihanê. Li konserek klasik usulek, li konserek elektronik an rock usulek din divê. Li barekê tu nikare ji kesî re bêje runên u deng dernexin. Mekan, performansa tê icrakirin, deng, ronî her tişt vê çanda gohdarkirinê diguherîne bê guman.


Wekî muzîkjen wê gavê iqtîdar ez im. Ji ber ku mikrofon di deste min de ye. U dengê min ji we hemîya bilindtir derdikeve. Hun hatine min gohdarî bikin. Lê ew roj roja we ye, we dema xwe veqetandiye bo vê şevê u helbet heqê we he ye hun li kêfa xwe binerin. Kontakta kesê li ser sehneyê wê çawa çê bibe? Li gor min formulek bo vê tinne ye. Wekî pêşîyê min go mekan, ronî,deng..hwd vê diguherîne. Lê tabî her milletek netewek xwedî çandek e. Ev usul li gor jîyana wan a din diguhere. Kesek çawa gohdarvan be, wisa jî xwarînê dixwe, wisa jî dikeve têkiliyên cinsî, wisa jî kitêba dixwîne, … hwd
Dema min nu dest bi gohdarîkirina muzîkê kir, mamosteyekî me arşîva xwe ya muzîkê bi me re parvekir. Ew arşiv hema bêje hemê qeydên qonsera bun. Ji ber vê gelek cara konserên zindî ji qeydên albumê xweştir tê bo min. Di cıvata muzîka kurdî de performansên zindî herî serkeftî bo min, yek jê ew konserên Ciwan Haco yên li ser Med TV hatine parvekirin, yek jê jî performansa Feqîr Tehsîn Xidir e. Di her du ya jî konseptek he ye. Di a Feqîr Tehsîn de her çiqas em gohdarvana nebinin jî wekî gohdarvan hebin sahneyek he ye u li wê sahneyê runîştî ne, deqorek ava kirine..Di a Ciwan Haco dîsa performansek modern he ye. Di 93ê ya de konserek Nirvana ya MTVyê he ye, dema herduya didim ber hev, her du di heman tarzê de ne bi ya min bicîhbuna Ciwan Haco ya li sahneye ji Nîrvana xurtir e.

Bila ev destpêk li vir be. Ezê li ser vê meselê car caran binivîsim.

15 Aralık 2019 Pazar

Têkiliya Mekan u Branînan çi ye?

Ev îllustrasyon ji alîyê min ve hatiye çêkirin. 


Ey qewmê li paş çiyayê Zêrzewan winda bu u çu. Hun bi ku de çun?
Foucoult digo “mudaxaleya mekan mudaxaleya hafızayê ye”. Gelo hafıza çi ye? Gelo bi qasî Arjen Arî bêriya Usivê Filleh dike taxeke Nisêbînê? Mirovahî çi ye gelo? Gava Pîra İnnê behsa kuştina birayê xwe dikir, çima gundîya digo êê we zêrê xwe çi kir?

Têkiliya Mekan u Branînan çi ye?


Formulek bo vê tinne ye. Lê gava ku di ser etîmolîyê de bifikirim, di zimanê kurdî de têkilîyên ne bawerim ku tesadüf hene. Bîr, brîn, branîn, bîrdarî,( kuyu,yara,hatırlamak,anıt). Di vê mijarê de dixwazim têkiliya mekan u hafizayê bi vî awayî bifikirim.
 Metafora bîrê her tim berê  min dide wê hafızaya reş. Zarok bum. Li gor gotina, dema brayên ermenî hatibun kuştin li çîyayê Zêrzewan wan avêtibun bîra. (56 heb bîr hene li wir). Bi deve gundîya: wan jî berî ku bên kuştin zêrê xwe xwaribun. Pişti laşe wan bibu ax zêr u hestîyan wan tene di bine bîrê de mabun. Gundîyek ew zêr derxisine ji bine bîrê. Bi zarokatî li du vê çîrokê, me jî xwe ber dida bine bîrê u li zêra digerîya. Me yekî li ser bîrê eynik digirt ji bo biriqandina rojê li hundirê bîrê peyda bibe u yekî jî li bine bîrê li zêra digerîya.
-Eynikê baş bigire, bide vir bide vir.Hah temam. Ooo yek, do, sê..şanzdeh, heftdeh, nozde serî însan div ir de ne.
Niha bi 19 serî u laşe mirovan de di hundirê bîreke de me. U vedidim.
-Baş bigre yaw wê eynikê
Niha sînga mirovekî/ê vedidim. Hestiyê parxwê wê/wî derdikeve. Hinekî din vedidim, vedidim, oqek di aliyê çepê de ye. Oqek di deste min de heye, oqek ku ji sînga yekî ku ji dile xwe ve hatiye kuştin.

Nêzîkî 15-20 piştra


Melê sibehê derîyê odê lê dixe.
-Rabin em diçin
Bi carekê ve ji nav ciha rabum u min hevalê xwe yê li ranza ser min radizê şîyar kir. Em derketin.
Niha di minibusekê de ne u em di  nava du çîyayan de derbas dibin. Piştî çend deqqeya em gihiştin. Otobus sekini. Em daketin. Herkes daket ber bi çîya ve hilkişîya. Germahîya êvarî şikesti ye. Her der bi xemla palaxê zer buye. Xişînîya pelên çilo tene tên. Li çîyayê hember denge şivan, li wê de hane dengê asfaltê. Şoqeyê fotir, pantorê qargocîya, di bêrîkek min de metre, li pişt amin makîneya wêneya, ez u hevalê xwe li paş wan hildikişîn. Piştî em giştin herkesi xwe bi cih kir u berpirsyarîyên xwe dîyar kir ez u hevalê xwe daketin jêr. Roj hê nu derdikeve. Li qarşî sibeheka havînê, Baraja Goksu, deşta Bismilê, ronîyên Dîyarbekir u çîyayê Qerejdax xwiya dike.
Piştî çend sala wekî berpirsê kolana arkelojîk a mîmarî u dosyakirinê li vir im. (Arkeolojîk kazı mimarî belgeleme uzmanı).
Li ser devê wê bîrê me
-Cixare he ye bi te re?
-Tutin he ye.


YANÎ Çİ?

Ji ber peyvên ku nagihêjin tu dera min bazda vir. Ji xwe ji ber stranên nedigihişt tu dera min bazda bu Soundcloud'e.
Nenivîsîn an tenê nerîn,
Na lo bi telaq tenê ji bo xebera bixwînim dikevim Twitterê.
Ne ji tiştekî lo, naxwazim malbat min bişopîn e.
Yaw de ka wan telefuna dînin ser masê lo!

Herkes tevlî vê acizîya xwe şopînerek sexte ye u newêrek e. 


  İnstagram ne tiştekî xerabe, lê wext pîroz e. Demekê min gotinek xwandibu di kitêbekê de. Digo,
"Zeman u rasthatin tu têgehên faşîst in". Cihekî vê gotinê din hebu, di nav gotinên din de. An jî,
We'l asr! înnel însane lef'î xusr.* Sond bi demê, mirov di xeletîyê de ye.
Xalê Zygmunt Bauman ji bo medyaya civakî digo, "feqa ku hezê dide mirov". Esil em bi du kevin ev mesele diçe heta têkilîyên BDSM jî lê niha hewce nake. Her çiqas em ji xwe re bêjin em demokrat in jî lê a rastî "ez ji demokrasîye aciz im." Naye hesabê min ev zêda demokratbuna medyaya civakî. Herkes ji herkesî re dikare her tiştî bêje. Bêyî ravekirin, bê berpirsyarî. Xêra xwedê lo. Divê ne wisa ba. Lê wisa ye. Her kes ji vê meselê muzdarîp e. Lê diserife, xwiya ye ji herkesî re diserif e. Herkes tevlî vê acizîya xwe şopînerek sexte ye. U newêrek e. Newêre ji şopa hineka derkev e. Naxwaze wan twîta, wan beradayîtîya wan tiştên kesane bibîne, lê newêre ji şopê derkeve. Ji xwe herkes ne mecbur e bireve,ji şopê derkeve. Heza di vê feqê de xweş e. Ev hêvî u nerînen te yê li hember jîyanê ve eleqedar e.

Çima stranên min ê bi milyona hatine temaşekirin li ser Youtubê tine ne?


Bersiva vê ji xwe herkes dizane lê dikarim bi çend pirsa bersiva vê pirsê bidim.
Çima çîrokek Arjen Arî bikim stran?
Çima bi du melodîya di axaftina Xaltîka Aso kevim.
Ma Rênas Jîyan, Kawa Nemir, Osman Mehmed,Evdila Pesêw, Selîm Temo, Arjen Arî, Melayê Cizîri, H.Mem, Mem Ronga, Yehya Omerî..hwd lawê bavê min in. 
Çima pêşbirka Kovara Zîryab, çima ne O Ses Türkîye?
Çima muzîka xwe bifroşim,li coffeshopekê seranser erzanî,

Xiyarê min ev in, tu dixwazi bixwi, tu dixwazi di xwe xi


Di nava ewqas sextebunan mirov dikare çi biki? Ez ji we re bêjim?
Mirov nikare tiştek jî bike. Go rojekê camêrek li sukê digerîya, li cem xiyarfiroşek sekinî u go 
-Bi çiqasî ne xiyar?
-Milyonek
- Ka yekî biqeşêre
Go camêr xiyar qeşart u dayê, hineki xwar u go 
- Ev xiyar tehle
Xiyarfiroş rahişte xiyarekî din qeşart u dayê
-Ev jî tehle
Yek dudu, sê çar, welhasil kîjan qeşart camer go tehle. Xiyarfiroş nerî ku pê re naqedîne,
Go;
-qardêşim xiyarê min evin, tu dixwazi bixwi, tu dixwazi di xwe xi.
îja bi kurtasî jî mesela me ev e. Stranên min ev in. Bence bixwin. :)

Yanî çi?


Yanî me go hazir em revîyan ji wan deran, li vir carê çîroka stranekê be, mijarek be, çend roportaj u podcast he ne. Ezê li vir binivîsim. Radyoya me jî amade ye. Ka belkî weşana ewil jî em dest pê bikin. A rast ez vê sîteyê jî baş nizanim. Go mumkun be qeyden bi telefune hatine qeydikirin u qet nehatine parvekirin, di arşîvê de ma ne ez dixwazim livir carna parvekim.
Ka kesî ku vê nivîsa heta vir xwand u ji van îşa fahm dike xwe dikaribe bibe alîkar wê baş be.

15.12.2019
https://soundcloud.com/aziz-arslan-689937069

ÇANDA GOHDARÎKİRİNÊ 1

Gava te mase danîn u te du, sê kes ru bi ru da runiştin, tu nikare bêje bi hev re nepeyivin.                                             ...